Li gor jêderên taybetî li Efrîn û derdorê, artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên terorîst yên ser bi artêşa Tirkiyeyê piştî dagîr kirina Efrîn û derdorê zilmeke mezin li Kurdên wan deveran kirine.
Jêderên taybetî diyar kirin ku di çarçoveya zilma artêşa Tirkiye û cîhadiyên terorîst de ji bilî talan kirina mal, milik û baxên şêniyên Kurd, di nava 7 mehên dawî de 2 hezar û 350 welatiyên medenî jî revandine û ji kesûkarên wan daxwaze pere kirine.
Hîn jî çarenivîsa 835 sivîlên revandî ne diyare û di nava wan revandiyan de jî 139 jin hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin