Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî ser rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî daxuyaniyek da.
Pence da zanîn ku ew li benda encamên vekolînê ne û dîyar kir ku ewê hemî delîlan berhev bikin û pitşre biryarekê bidin.
Pence got: Ger rojnamevanek bi tundûtûjî hatibe kuştin, ew li hemî cîhanê bo medya azad û serbixwe gef e û ewê encamên wê hebin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kiribû ku bo Erebîstana Siûdî vekolînê temam bike ew dê çend rojên din dem bidin wan.
Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Siûdî ya Stenbolê hatibû dîtin.
Karbidestên Tirk li ser gumana kuştina Xaşiqcî disekinin, lê Erebîstana Siûdî vê îdiayê red dike.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin