Nunerê taybetî yê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Sûriyeyê dibêje demeke dirêje di nava NY de kar dikim lewre dixwazim hinek jî li gel malbeta xwe bim.
Dohê nunerê taybetî yê NY yê bo karûbarê Sûriyeyê Staffan De Mistura diyar kir ku ev bi dehan sala ku di nava rêzên NY de kar dike û gelek westiyaye.
Mistura herwiha eşkere kir ku ez dixwazim hinek jî demê xwe bo malbeta xwe terxan bikim lewre dixwazim dev ji erk û pîweriya xwe berdim.
Ji aliyeke din ve NY û civata ewlekariya ser bi NY daxwaz ji Mistura kirine daku karên ava kirina komîsyona destûra bingehîn ya Sûriyeyê temam bike û hefteya pêşî yekemîn civîna komîsyonê lidar bixe.
Herwiha Franse û hin welatên din behsa vê yekê dikin ku eger komîsyon necive û Mistura dev ji erkê xwe berde vê hewlên ku hatine dayîn bo çareser kirina qirîza Sûriyeyê bê encamp bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin