Li gor jêderê nûçeyan yên Rûsî îro nêzî nîvroyê li herêma Kirimê di nava debistanekê de teqîneke mezin çê bûye û bi dehan kes hatine kuştin.
Li gor jêderên Rûsî çekdarek êrîşî ser debistanê kiriye û gole li ser xwendekaran reşandiye û pişt re jî xwe teqandiye.
Peyvdarê koşka Kremlînê dibêje ev bûyer bûyereke terorîstiye û di encam de 18 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 50 kesên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin