Li gor çapemeniya Yûnanistanê, îro wezîrê derve yê vê welatî, Nikos Kocias dev jikar kêşana xwe pêşkêşî Serokwezîrê Yûnanê Aleksis Çipras kiriye û Çipras jî ev dev jikar kêşan pejrandiye û jiber ku ev sê sale weke wezîrê derve kar kiriye, Çipras spasiya Kocias kiriye.
Kocias sedema dev jikar kêşana xwe bo wan giftûgoyan vedigerîne ku li ser bikar anîna navê Meqedûniyeyê di nava hikûmetê de destpê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin