259 muxtar ji kar hatin avêtin

dibêjin têkiliyên wan li gel tevgerên dijî hikûmetê hene
کوردستان TV
100%

Îro wezareta navxwe ya Tirkiyeyê belav kir ku piştî îsbat bûna têkiliyên wan yên li gel PKK û çend tevgerên din, 259 muxtarên bajar, bajarok, gund û taxên curbicur yên bajarên Bakûrê Kurdistanê ji kar hatine avêtin.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Tirkiyeyê lêkolîn û lêpirsîn li gel wan muxtaran didome.

Beriya niha jî zêdetir ji 600 cerdevan bi heman hincetê ji kar hatibûn avêtin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.