Tahrîr El Şam peymana Îdlibê pejirand

ev jî vê çekên xwe yên giran veguheze devereke din
کوردستان TV
100%

Tahrîr El Şam, ku li Sûriyê koma cîhadî ya herî mezin e, ragihand ku wan Peymana Îdlibê pejirandiye.

Tahrîr El Şam, girêdayî El-Qaydê ye û berê bi navê Cephetul Nusra dihat nasîn.

Li gor Peymana Îdlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de hat îmza kirin, ji 15’ê Cotmehê pê ve divê hemî çekên giran û komên cîhadî ji herêmeke ku bi qasî 15-20 kîlometre fireh e derkevin.

Eniya Rizgariya Neteweyî ya bi piştgiriya Tirkiyê peyman pejirandibû û Enqerê ew demeke dirêj e hewil dida ku Tahrîr El Şamê jî bo qebûlkirina peymanê îqna bike.

Tahrîr El Şam tevî ku ji hesabên medya civakî ragihand ku dê li gor Peymana Îdlibê tevbigere jî, rêxistinê da zanîn ku ewê çekên xwe radest nekin û ‘’têkoşîna cîhadê’’ bidomînin.

Şerê navxweyî ya Sûrîyê ji 2011’an vir ve didome û Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye. Hikûmeta Sûrîyê bo Îdlibê hazirîya operasyoneke leşkerî dikir, lê bi peymana Rûsya û Tirkîyê rê li ber opeasyonê hat girtin.

Berî hazirîya operasyona dijî herêmê li wir nêzî 3,000,000 kes diman, lê heta niha nîvê vê hejmarê ji wir koç kirine.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.