Welîd Muelêm: Piştî Îdlibê emê berê xwe bidin Rojhilatê Firatê

vê têkiliyên navbera Îraq û Sûriyeyê normal bibin
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Sûriye û Îraqê li Dîmeşqê civîneke çapemenî ya hevbeş lidar xistin û di civîna çapemeniya hevbeş de bersifa pirsên Rojnamevanan dan û naveroka civîn û hevdîtinên xwe bo raya giştî eşkere kirin.

Di civîna çapemeniya han de wezîrê derve yê Îraqê Îbrahîm Ceferî eşkere kir ku vê Sûriye û Îraqê têkiliyên xwe normal bikin û bihevre hewl bo parastina ewlekariya sînoran bidin.

Her di heman civînê de wezîrê derve yê Sûriyeyê Welîd Muelêm jî eşkere kir ku bo çareser kirina kêşeya Îdlibê bêgoman diyalog û giftûgo gelek baştire ji şer û pevçûnan û di dawî de vê desthilata hikûmeta navendî vegere Îdlibê.

Muelêm anî ziman ku Kurd jî vegeriyane hembêza nîştiman û vê diyaloga navbera rejîm û Kurdan de jî bidome.

Muelêm behsa vê yekê jî kir ku piştî çareser kirina Îdlibê vê rejîm berê xwe bide Rojhilatê çemê Firatê jî .

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.