Li welatê Nîjeryayê li başûrê rojavayê welat do di xeta petrolê de teqînek çêbû bû û di encamê de gelek kes miribûn. Lê îro jimara miriyan derket 50 kesan.
Li gor nûçeyeke Peyamakurd Kordînatorê eyaleta Abiayê Ewans Ugoh ji Ajansa halê acîl ya Nîjeryayê (NEMA) re ragihand ku xort bi armanca ku petrolê ji xeta petrolê bidizin, lûleya petrolê tehrîb kirine û di dema tehrîbê de teqîn çêbûne.
Ugoh got ku jimara kesên di teqînê de mirine derketiye 50 kesan û gelek kes jî hêj birîndarin. Niha birîndar tên tedawîkirin û gelek xanî jî bûne weka terafê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin