Serkirdeyê opozisyona Rûsî Navalny Azad hat azad kirin

nêzî du mehan di girtîgehê de bûye
کوردستان TV
100%

Serkirdeyê opozisyona Rûsî Alexei Navalny azad piştî 50 roj zîndan  hate berdan.

Nav hatî jiber organîze kirina xwepêşandanên derqanûnî hatibû girtin.

Li gor nûçeyeka voayê Navalny ku rikberê herî navdar ê Serokê Rûsye Vladimir Putin e, bi 30 roj zîndan hatibû cezakirin ji bo organîzekirina xwepêşandanekê di meha Tebaxê de, û piştre bo 20 rojên din hate zîndankirin ji bo organîzekirina xwepêşandaneke din ku cih girtibû dema ew hîn di zîndanê de bû.

Her dû xwepêşandan li dijî plana hikûmeta Rûsya bûn li dor zêdekirina temenê ku welatî têde dikarin xanenişîn bibin.

Piştî berdana wî, demekê berê îro Yekşemê, Navalny ji peyamnêran re got:

“Ez bawerim di van 50 rojên min ên zîndanê de, me gelek belge dîtin ku ev rêjîm têk diçe, ji têkçûna agahdariyên derve bigir ta têkçûna di pîşesaziya biwarê esmanî de.”

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.