Şevbuhêrka rapbêjên kurd wê li Stenbolê çêbibe

vê li Istenbûlê were lidarxistin
کوردستان TV
100%

Rapbêjên kurd wê li Stenbolê şevbuhêrkekê çêbikin û rapên bi kurdî bibêjin. Di şevbuhêrkê de wê li gel rapbêj Ronî Artîn, XEM, Reqso, DJ Mo-Mat, koma bi navê Tolhildan û hin rapbêjên mêvan jî derkevin ser dikê û bi kurdî wê stranên rapê bibêjin.

Rapbêjên kurd 21ê Çiriya Pêşiyê wê li Stenbolê di şevbuhêrkekê de wê werin ba hev û stranên xwe yên rap bibêjin.

Di bernameya bi navê Şeva Repa Kurdî ango Kurdish Rap Night de wê XEM, Ronî Artîn, DJ Mo-Mat, Reqso û koma bi navê Tolhildan a rapbêj stranên xwe bibêjin. endamên Tolhildanê li Ewropayê dijîn û li wir rapbêjiyê dikin.

Her weha Kurdoo, Adar, Jiwar, Direwş Koçer jî di şevê de wê derkevin ser dikê. Rapbêjê tirk ê bi navê Patron jî ji bo piştgiriya rapbêjên kurd, wê stranên rapê bi tirkî bibêje.

Bernameya ku wê li mekanê bi navê Cemiyetê yê li Beyoglûyê bi rê ve biçe ji aliyê rapbêj XEMî ve tê organizekirin. Rapbêj XEMî ji bianetê re got, demeke dirêje wan dixwest bernameyeke bi vî awayî çêbikin ku heta niha li Tirkiyeyê bi beşdariya hejmareke zêde a rapbêjên kurd bernameyek bi vî rengî profesyonel çênebûye.

"Hin rapbêj ji ber rewşa siyasî wê nekarin beşdar bibin"

Her weha wan xwestiye Serhedo, Rêzan, Şerîf Omerî û Dezz Denîz jî beşdarî bernameyê bibin, lê ji bilî Dezz Denîzê yên din ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê wê nekaribin beşdarî şevê bibin. Dezz Denîz jî ji ber ku demeke berê bûye dayik, vexwendina bernameyê qebûl nekiriye.

Pêşkêşvanê bernameya şevbuhêrka rapbêjên a ku wê saet 20.00ê dest pê bike û heta derengê şevê berdewam bike Deno ye. Bilêtên şevê li gel Cemiyetê li ser malpera Biletixê jî tên firotin.

bianet

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.