Seroka Taywanê Tsai Ing-wen, li hember sîyaseta êrîşkarî ya Çînê, soza berevaniya welatê xwe dide.
Tsai Ing-wen di Roja Netewî de îro Çarşemê got ku Taywanê dê her sal budceya xwe ya bergirîyê zêde bike û taybetî di warê keştîyên binavê û firokên pêşketî yên perwerdê de sektora xwe ya berevanîya navxweyî jî xurtir bike.
Xanim Tsai got ku Taywan şerekî ligel Çînê naxwaze, lê ewê qebûl neke ku stûyê xwe li hember êrîşkarîya Pekînê xwar bike.
Çînê peywendîyên xwe bi Taywanê re qut kiriye, piştî ku Tsai Ing-wen, rêberê Partîya Pêşverû ya Demokratîk ya serxwebûnxwaz, di 2016’an de hat ser desthilatê.
Tsai Ing-wen sîyaseta Çînê ya bi navê “Yek Çîn” red kiribû ku Taywanê jî wek beşeke welatê Çînê dibîne.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin