Li Ûkraynayê cepilxane teqiya

sedema teqînê hîn jî nayê zanîn
کوردستان TV
100%

 Li Ûkraynayê cepilxaneyek ku nêzî payîtext Kievê ye teqiya û bi sedema teqînê 10 hezar kes ji cihên xwe hatin tehliyekirin. Rêvebir radigihînin ku bi sedema teqînê agir bi der û dor ketiye û dixebitin da agir bixin bin kontrolê.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  Cepilxaneya ku teqiyaye li herêma Çernigovê ye û ji Kievê 170 km dûr e. Serokerkaniya Ûkraynayê di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihandinê kir ku siet di 03.30 yê ber destê sibê de teqîn çêbûye. Teqîn dewam dikin û tîmên agirkujiyê dixebitin da agir vemirînin.

Di mijara sedema teqînê de hêj ti agahî nehatiye dayîn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.