CPJ: Rojnamevaneka Bulgarî hatiye kuştin

sedema kuştina vê ne diyare
کوردستان TV
100%

OSCE û CPJyê eşkere kiriye ku rojnamegereka bi navê Victoria Marinova li bajarê Ruse yê Bulgarîstanê hatiye kuştin. Marinove nûçegihaneka ji Bulgarîstanê bûye ku nûçe-lêkolîn çêdikirin.

Li gor nûçeyeke bianetê Rêxistinên rojnamegeriyê yên OSCE û CPJyê eşkere kiriye ku rojnamegereka bi navê Victoria Marinova li bajarê Ruse yê Bulgarîstanê hatiye kuştin.

Victoria Marinovayê li televizyoneka bi navê TVN bernameyek abi navê Dedektor amade dikir.

Wê herî dawiyê li ser karmendên fonê ji Yekîtîya Ewropayê distînin û gendeliyê dikin lêkolîn kirine.

Rayedarên Bulgarîstanê diyar kirine ku termê rojnamegerê li parqekê hatiye dîtin. Ji beriya ku ew bê kuştin tecawiz li wê hatiye kirin.

Wezîra karên navxweyî ya Bulgaristanê,  Mladen Marinovê diyar kiriye ku bi delîlên heyîn zehmet e ku mirov bibêje Marinova ji ber karên xwe hatiye kuştin.

Yek ji xebatkarên televizyona Marinovayê ji AFPyê re gotiye ne televizyona wê ne jî ew nehatine tehdîdkirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.