Esed: Rêkeftin demkiye û Idlib vedigere hembêza hikûmetê

dibêje vê Idlib vegere hembêza hikûmetê
به‌شار ئه‌سه‌د: رێككه‌وتنى ئیدلب رێوشوێنێكى كاتییه‌ و ره‌وشى سووریاش ده‌كرێت به‌" رێككه‌وتنى سه‌ده‌" بگۆڕدرێت
کوردستان TV
100%

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di civîneke de li gel komîteya navendî ya hizba Besê behsa rewşa Sûriye û Idlibê kir û anî ziman ku rêkeftina ku di navbera Tirkiye û Rûsyeyê derbarê Idlibê de hatiye îmzekirin rêkeftineke demkiye û vê Idlib vegere hembêza hikûmeta Sûriyeyê.

Esed herwiha eşkere kir ku welatên Rojavayî çendîn proje û senariyo bo Sûriyeyê amadekirine lêbelê bi serkeftina xelkê Sûriye û hikûmeta Sûriyeyê tevahiya ew proje û senariyoyên han tên pûçkirin.

Esed di beşeke din ji axaftên xwe de diyar kir ku piştî bi dawî hatina şerê dijî cîhadiyan vê hewl bidin ku Sûriye bikin nimûneyeke welatên nû yên li deverê de.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.