Cîhadiyên li Sûriyeyê yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike dibêjin wan dest bi cîbicîkirina rêkeftina Idlibê kirine.
Li gor nûçeyeke voayê cîhadî diyar kirin ku rêkeftin di navbera Tirkiyê û Rûsya de hatiye îmzekirin û wê li gor wê hêzên hikûmet û opozisyona Sûrî ji eniyên şer bi ferehiya 15 ta 20 kîlometir vekişin û herêmeke bê çek di navberê de bihêlin.
Najî al-Mustafa peyvdarê Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê, îro Yekşemê got grûpên di nava Eniyê de bi tevahî erê dikin ku rêkeftinê berî 15 mehê pêk bînin.
Al-Mustafa dibêje hêzên Tirkiyê li herêmê ne û wê çavdêriya her binpêkirinekê bikin.
Ew dibêje wê hêzên opozisyonê çekên xwe yên giran rojekê berê ji wê herêmê bikşînin û bingehên xwe û çekên sivik û navendî jî wê li cihê xwe bimînin.
Hêjayî gotinê ye gurûpa herî mezin, ku girêdayî al-Qaîde ye, hîn ne diyare ka wê pêgir be bi rêkeftinê yan na.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin