Serokê Interpolê wendaye

çûye Çînê û liwir wenda bûye
کوردستان TV
100%

Polîsê Franseyê belav kir ku Serokê teşkîlata polîs ya cîhanî, (Interpol) Meng Hongwei wendaye û kes nizane li kûderê ye.

Li gor daxuyaniya polîsê Franseyê Meng Hongwei di dawiya meha Îlonê de serdana Çînê kiriye û ji roja ku serdana Çînê kiriye heta niha jê agehî nayên stendin û kes nizane çi bi serê vî hatiye.

Interpol heta niha di vê derbarê de ti zaniyariyek belav nekiriye.

Meng Hongwei xelkê Çînê ye û beriya ku bibe Serokê Interpolê Cîgirê wezîrê ewlekariya giştî ya Çînê bûye.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.