QSD: Di 24 saetên dawîn de 38 çete hatin kuştin

şerê QSD dijî DIŞIê didome
کوردستان TV
100%

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wan 38 çete kuştine û baregehên cebilxaneya çekên giran ên çeteyan hilweşandine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro di daxuyaniyeke xwe de bîlançoya 24 saetên dawîn a Şerê Tunekirina Terorê aşkera kir.

Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:  1- Eniya El-Baxoz: Şervanên me di saetên nîvro de çalakî li dijî terorîstan pêk anîn û di encamê de pevçûnên dijwar rû dan û hejmareke çeteyan di çalakiya şervanan de hatin kuştin. Şervanên me li vê eniyê pêşve çûn û terorîst ji vê deverê reviyan. Rêxistina terorîst êrîşeke dijber pêk anî û êrîşa wan ji aliyê şervanan ve hate şikandin û çete neçar man paşve vekişin.

Di heman dema pêşveçûna li vê eniyê de, balafirên Koalîsyona Navneteweyî gelek baregehên terorîstan armanc girtin û siwareyeke bombekirî rûxand. Lê der barê hejmara çeteyên hatine kuştin de agahî nehatin zelalkirin. Topavêjên koalîsyonê her wiha 2 siwareyên bombekirî teqandin û çeteyên tê de hatin kuştin.

Li vê eniyê şer û pevçûn dem bi dem rû didin û topbaran bi hewan û doçkayan rû didin.

2- Eniya Hecîn: Li vê eniyê şer û pevçûn di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ'ê de bi dijwarî rû dan. Şervanên me karibûn li vê eniyê jî pêşve biçin û 6 xalên nû ji terorîstan rizgar kirin. Şervanan li van deveran hemleyeke paqijkirinê pêk anî û di encamê de miqdareke mezin a çek û cebilxaneyê desteser kir. Şervanan her wiha 2 mayinên ku terorîstan çandibûn, teqandin.

Çeteyên DAIŞ'ê xwest êrîşekê li dijî xalên şervanên me bi balafirên bêpîlot pêk bînin. Şervanan ev balafir xistin xwarê.

Li vê eniyê her wiha pevçûnên demkî rû didin û topbaran car bi car dubare dibe.

3- Eniya El-Sûsê: Piştî şer û pevçûnên dijwar ku 3 rojan di navbera şervanan û çeteyan de dom kir, şervanan gundê Mozan ê nêzî bajarokê Sûsê rizgar kir û terorîstên DAIŞ'ê jê qewitandin. Tîmên bêbandorkirina mayinan, mayinên ku çeteyan çandine, bê bandor kirin.

4- Encama pevçûnan:

- Xalên ku hatine rizgarkirin: 6

- Hejmara kuştiyên terorîstan: 38

- Hejmara terorîstên bi saxî hatine girtin: 3

- Ziyanên bi terorîstan bûne: Topavêjeke hewanan hate rûxandin, baregeheke çêkirina mayinan hate rûxandin, 3 siwareyên bombekirî hatin rûxandin, baregeheke çeteyan û 2 treksên çeteyan hatin rûxandin.

- Çekên şervanan desteser kirine: 2 heb RBG, hebek M16, 6 heb kalaşnîkof, zincîrên guleyên BKC û firokeyeke bêpîlot.

- 2 mayinên ku çeteyan çandibûn, hatin teqandin.

- Êrîşên ezmanî yên Koalîsyona Navneteweyî: 8.”

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.