FARC poşmane ku dev ji sîlihan berdaye

dibêje hikûmet sozên xwe cîhbicîh nekiriye
کوردستان TV
100%

 Rêvebirên FARC ê yên ku wenda ne, Ivan Marquez û Hernan Dario Velasquez ragihandin ku ew poşman bûne li ser şertê “mîlîtanên wan car din bikevin nav jiyana komelatiyê û aboriyê” lihev hatine. Ev çar mehe ku ji her dû serpereştên FARCê xeber tineye lê her wan bi hukumeta Kolombiyayê re peyman girêdabûn.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  her dû serpereştên FARCê nayên dadgehê da îfade bidin lê bi nameyeka ku ji senatoya aştiyê re nivîsandine derketin holê. Di nameya xwe de dibêjin ku ew bi niyet û gotinên hukumetê bi safî bawer kirine û diviya bi şertên dinan bi hukumetê re lihev bihatina.

Her dû lîder di nameyê de dibêjin ku mîlîtanên wan hatine gorîkirin û bi sedema ku hukumet guh nade wan, weka mezinên xwe (FARC), ew jî yek e yek tên kuştin. Her dû mezin ragihandin ku wezîfeya wan ya ewilî ew e ku peymana xwe ji halê ku ketiyê rizgar bikin. Her weha di lihevkirina wan de reforma erd jî hebû lê heya niha nehatiye kirin.

Di namê de behsa hevalê xwe yê bi navê Jesus Santrich dikin ku bi tewana bazirganiya maddeyên hişber tê tewanbarkirin dikin û dibêjin ku bawerî bi hukumetê nemaye. Santrich ji aliyê dewletê de hatiye girtin û niha di zîndanê de ye.

Ne dûr e ku car din şerekî dijwar di navbera hukumet û FARCê de derê. Wisa xuyaye ku hukumet li derfetên xwe dinêre û her keysa wan li rêvebirên FARCê tê, derbeya xwe li wan dixe.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.