Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Çarşemê got ku sixûrê berê Sergei Skripal, ku li Brîtanya hatibû jahr kirin, mirovekî sosret e ku îxanet li Rûsya kiriye.
Putin di civînekê de li Moskowê got: Ez dibînim ku hin rojnamevan dixwazin Skripal wek bizavkarekî mafên mirovan nîşan bidin. Ew tenê sîxûrek bû. Wî xiyanet li welatê xwe kir. Ew mirovekî genî ye.
Skripal û keça wî Yulia di 4’ê Adarê de li bajarê Salisbury hatibûn jahr kirin.
Polîsên Brîtanî gotibû ku ew ji alîyê du karmendên Rûsî Alexander Petrov û Ruslan Boshirov ve, bi gazeke asabê hatine jahr kirin û ew gaz jî ji hêla Yekîtîya Sovyetê ve hatibû amade kirin.
Rûsya bi tundî red kiribû ku ti peywendîya wê bi xebitandina gaza jahrîn heye.
Hikûmeta Brîtanî Rûsya sûcdar kiribû û welatên Rojavayî pirtir jî 100 dîplomatên Rûsî dersînor kiribûn.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin