Piştî erdhej û tsunamiya ku li pey hev li devera Sulawesiya Endonezyayê qewmî bûn, rayedarên vê welatî jî diyar kirin ku hijmareke zêde welatî canê xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawî yên ku ji aliyên navendên têkildar yên Endonezyayê ve hatine belavkirin heta niha hezar û 200 welatî canê xwe ji dest dane, herwiha hin aliyên fermî yên vê welatê jî behsa can ji dest dana 832 kesan dikin.
Li gor jêderên nûçeyan niha li Endonezyayê fikara vê yekê heye ku nexweşiyên curbicur belav bibin jiber vê çendê hikûmet bo veşartina miriyan dest bi kolandina gorên bi komî kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin