Qesra Spî: Melania Trump serdana Afrîqa dike

ev yekem serdana melania ye
کوردستان TV
100%

Seraya Spî ragihand ku Melania Trump bo cara yekê piştî ku mêrê wê bo serokê Amerîka roja Duşemê bi seredanekê diçe Afrîqa.

Li gor nûçeyeke voayê Qesra Spî dibêje Melania Trump, di geşta xwe ya Pênc rojî de dê seredana Çar welatên Afrîqa: Gana, Malawî, Kenya û Misrê bike.

Armanca sereke ya seredana Melania dê tekezê li ser çavdêraiya zarokên nû hatine dinê û dayikên be li nexweşxanan, perwerdeya zarokan, dîrok û kultrura wan welatên Afrîka be û kanê Amerîka dê bikare bi çi awayî alîkariya her yek ji wan welatan bike.

Di kempeyna ku melania Trump îsal bi navê "bibe ya herî baş" de dabû destpêkirin, çavdêriya zarokan bingeha sereke ya we kempeynê bû.

Şirovekar û çavdêr weha dibînin ku dibe geşta Melaina ya bi zehmet be jiber gotinên serok Trump derbarê Afrîqa ku hin caran ew biçûk xist bûn.

Judd Devermont, rêvebirê bernama Afrîqa li Bingehê Lêkolînên Statejî yên Navnetewî de dibêje, "ji bo Melania Trump ev seredan dê barek giran be di vê qunaxê de û ev heta redekî ne dadweraneye ku xanima yekê bi serdanek weha rabe".

Lê, Joshua Meservey yek ji şirovekarên naskirî yên siyaseta Afrîka li weqfa Heritage weha dibîne ku axiftinên Trump yên li ser Afrîqa banodrê li ser serdana Melania nake. Joshua Meservey dîsan dibêje "têkiliyên Amerîka û Afrîqa dîrokî û bihêzin, ez ne di wê bawerê de me ku axiftinên serok Trump bandorê li wan têkiliyan bike".

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.