Kurd dibin xwedan pirtûka dermanên kurdewarî

Jineka Kurd li Rojavayê Kurdistanê pirtûkeke girîng dinivîse
کوردستان TV
100%

Dayika bi navê Xalsa Ehmed ev çend sal e giya û şînberan dixe nava hev û dermanên kurdewarî çêdike. Xalsa niha amadekariya nivîsandina pirtûkekê der barê dermanên kurdewarî de dike.

Dayika bi navê Xalsa Ehmed ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye û di çil saliya xwe de ye, piraniya dema xwe di tecrubeyên çêkirina dermanên kurdewariyê de derbas dike. Bi nêrîna wê dermanê kurdewarî ji dermanên kîmyewî guncawtir in û ev pîşeya xwe ji dapîra xwe wergirtiye.

Xalsa ji sala 2013'an ve dermanên kurdewarî çêdike û agahiyan der barê giya û şînberan de kom dike û ji tecrubeyên dapîra xwe çêkirina hin dermanan fêr dibe û niha jî van tecrubeyên xwe di pirtûkekê de kom dike û diyar dike ku dê bi kurdî û erebî çap bike.

Pirtûk dê li gorî hin nexweşiyan were dabeşkirin û rêbazên dermankirina bi dermanên kurdewarî dê bêne şîrovekirin.

Dayik Xalsa Ehmed ji ajansa ANHA'yê re axivî û piştrast kir ku armanca wê ji çapkirina vê pirtûkê ew e ku hemû xwendevanên vê pirtûkê sûdê jê wergirin û wek jêderekî çêkirina dermanan were dîtin.

Xalsa da zanîn ku îlackirina bi dermanên kurdewarî gelekî ji dermanên kîmyewî guncawtir in. Nemaze hemû madeyên ji giya û şînberan xwezayî ne û tu madeyên kîmyewî li van dermanan nayên zêdekirin.

 

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.