Îro Serokê nû yê Parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî ragihand ku li gor rêçêkên navxweyî yên parlementoya Îraqê, vê roja 2 Cotmehê roja dawî ya hilbijartina Serokkomarê Îraqê be.
Helbûsî ev daxuyaniya han di dema civîna parlementoya Îraqê de pêşkêş kir û anî ziman ku li gor rêçêkên navxweyî yên parlementoya Îraqê û herwiha li gor rêkeftinên navbera aliyên siyasî yên Îraqê vê roja 2ê Cotmehê dema dawî be bo hilbijartina Serokkomarê nû ya Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin