Rojnameya Şerq Elewsest di hijmara xwe ya îro de, nûçeyek derbarê Xelîfeyê tevgera terorîstiya DIŞIê de weşandiye.
Rojnameya nav hatî eşkere kiriye ku xelîfeyê DIŞIê, bi rêya Îranê re ji Îraqê der ketiye û çûye Efxanistanê.
Rojname pişt nûçeyê xwe dispêre daxuyaniyên çend tevgerên radîkal yên li Pakistanê û nivîsandiye ku Bexdadî ji Îraqê çûye Îranê û li Îranê jî berê xwe daye Efxanistanê û niha li Eyaleta Nincirhar ya li Rojhilatê Efxanistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin