Berpirsekî hizbulaha Îraqê bi navê Ebû Talib Seîdî diyar kir ku eger hikûmeta nû ya Îraqê yaku biryare were damezrandin, daxwazên hibulahê cîhbicîh neke vê demê vê hizbula ew hikûmeta han hilweşîne.
Seîdî herwiha huşdarî daye aliyên siyasî yên Îraqê û gotiye: Lazime aliyên siyasî yên Îraqê vê yekê baş bizanin ku eger xwîna endamên hizbulahê nebûba vê demê aliyên siyasî di nava parlementoya Îraqê de lihev nedekirin lewre lazime gelek baldar bin û hikûmetek ava bikin ku daxwazên hizbula cîhbicîh bike beruvajî vê hizbula hikûmeta nû ya Îraqê di demeke kên de hilweşîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin