Nêçîrvan Barzanî û wezîra berevaniya Almanyayê civiyan

spasiya hikûmeta Almanyayê kir
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen û şandeke pê re kir ku ji endamên aliyên curbicur yên di nava komîteya berevaniya parlementoya Almanyayê pêk hatibû.

Di civînê de ku hijmareke rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bûn, wezîra Almanî behsa qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û herwiha parastina pêkhateyên Kurdistanê û axa Kurdistanê kir û qehremaniya pêşmerge bi girîng wesif kir.

Ursela Von Der Leyen herwiha eşkere kir ku armanc ji vê serdana han ewe daku em ji nêz ve ji xwestek û pêdiviyên Kurdistanê agehdar bin.

Di berdewamiya civîna han de şanda Almanî behsa rewşa penaberên destê terorê li Kurdistanê de kir û tekez li ser domandina hevkariyan bo penaber û awareyên ku li Kurdistanê hatine bicîhkirin kir.

Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda Almanî kir û herwiha spasiya hevpeymanan û hikûmeta Almanyayê kir ku di rojên dijwar de û di dema êrîşîn terorîstên DIŞIê de hevkariya Kurdistanê kirine.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha tekez li ser destpê kirina qonaxeke nû ya şerê dijî DIŞIê kir û anî ziman ku qonaxa nû qonaxa ji nav birina hizira radîkal ya DIŞI ye.

Serokwezîr herwiha hêvî xwest ku Parlementoya Almanyayê biryara mayîna hêzên perwerdekar yên Almanî li Kurdistanê de dirêjtir bike.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hevkariyên leşkerî yên Almanya û Franseyê kir ku di rojên dijwar de bi taybetî di dema şerê dijî DIŞIê de pêşkêşî Kurdistanê kiribûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.