Piştî serdana xwe bo Bexdayê hate Hewlêrê.
Êwara îro yekşem, wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen bi serdanek gehêşte Hewlêrê.
Wezîra berevanî ya Almanyayê beriya were Hewlêrê serdana Bexdayê kiribû.
Tê payîn ku Ursula von der Leyen di çarçoveya vê serdana han de li gel rayedarên Kurdistanê bicive û pişt re jî serdana Efser û leşkerên Almanî yên ku di çarçoveya şerê dijî terorê de hatine Kurdistanê, bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin