Pirtûka Selahahattîn Demîrtaşî ji bo xelata ‘Médicis’ê wek endam hatiye nîşandan

mimkune xelat bistîne
کوردستان TV
100%

Demîrtaşî pirtûka xwe ya bi navê ‘Seher’ di girtîgehê de nivîsîbû. Pirtûka Demîrtaşî li Fransayê ji bo xelateke herî biprestîj a bi navê ‘Médicis’ê wek endam hatiye nîşandan.

Li gor nûçeyeke bianetê Demîrtaşî pirtûka xwe ya bi navê ‘Seher’ di girtîgehê de nivîsîbû. Pirtûka Demîrtaşî li Fransayê ji bo xelateke herî biprestîj a bi navê ‘Médicis’ê wek endam hatiye nîşandan.

Xelata médicisê xelata edebîyatê ye. Amadekarên xelatdayinê hewl didin xelatê bidin wan nivîskaran ku zîrek in, hîn bi nav û deng nebûne yan jî bi ti awayî nehatine cîyê ku heq dikin.

Selahattîn Demîrtaş, hevserokê kevin ê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), pirtûka xwe ya bi navê Seherê di girtîgehê de nivîsîbû. Pirtûka wî li Fransayê ji bo xelata edebiyatê Médicineyê wek endam hatiye nîşandan. Médicine yek ji xelatên edebiyatê a herî biprestîj tê pejirandin.

Pirtûka ku bi navê ‘Seher’ ji weşanên ‘Dipnot’ê derketibû li Fransayê ji alîyê Julien Lapeyre de Cabanes ji bo Fransizî hatibû wergerandin û bi navê “L’Aurore” ji weşanên Emmanuelle Collas derketibû.

Xelata Médicineyê, Gala Barbisan û Jean-Pierre Giraudoux di 1ê Nîsana 1958n de dane destpêkirin. Vê xelatê didin roman û çîrokên nivîskarên zîrek ku yên hîn bi nav û deng nebûne yan jî bi ti awayî nehatine cîyê ku heq ikin.

Demîrtaş jî yek ji 10 nivîskarên endam ên xelata Médicineyê a nivîskarên biyanî ye.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.