Di çarçoveya kempîna propagendeya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de bo hilbijartinên 30 Îlonê, îro li Dihukê partiya demorkata Kurdistanê bi amade bûna endamê mekteb siyasiya PDKê Mesrûr Barzanî, ahengek bo nasandina berbijêrên xwe li dar xist.
Di destpêka ahenga han de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya hilbijartinên 30 Îlonê û ragihand ku lazime her Kurdekî nîştimanperwer beşdarî di hilbijartinan de bike û dengê xwe bo çarenivîsa xwe û pêşeroja welatê xwe bide.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku lazime em hemû bihev re xwedî ji keda şehîd û pêşmergeyan derkevin û berevanî ji welat û berejwendiyên netewî yên gelê Kurdistanê bikin û di hilbijartinên 30 Îlonê de beşdar bin û dengê xwe bidin wan berbijêrên ku nuneratiya hizr û ramanên me dikin û eger em dengê nedin vê kesên din deng bidin bi kesên din yên ku nuneratiya hizr û ramanên me nakin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku PDK bi piştîwaniya gelê Kurd û alîgir û endamên xwe heta niha gelek qonaxên dijwar derbas kiriye û vê emê bi hevre qonaxên dijwar derbas bikin.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku îradeya gelê Kurdistanê gelek bihêze û dikare her tiştekî bike û ew îradeya han di 25 Îlona 2017an de di dema referanduma serxwebûnê de serket û ji sedî 93ê xelkê Kurdistanê deng bo serbixweyiya Kurdistanê da.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku sekeftina PDKê serkeftina weye û di hilbijartinên Îraqê de jî ew yek hate îsbatkirin û di encama serkeftina han de PDK bû yekemê Îraq û Kurdistanê.
Endamê mekteb siyasiya PDKê Mesrûr Barzanî herwiha behsa vê yekê kir ku rola parlementoya dahatû vê gelekî girîng be û bandoreke gelek baş li ser pêşkeftina Kurdistanê di her warî de bike, lewre lazime em hemû beşdariya porsesa dengdanê bikin jiber ku ev dengên mene ku parlementoyê bihêz dikin.
Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku PDK di roja damezrandina xwe de heta niha berevanî ji mafên gelê Kurdistanê kiriye û li ser vê yekê jî biîsrare û niha jî erkê meye ku berevanî ji mafên netewî û nîştimanî û welatê xwe bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin