Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke NY bo karûbarên yeksaniya cinsî civiya.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke NY ya bi Serokatiya birêveberê hêrêmî ya welatên Erebî ya komîteya NY bo wekheviya cinsî û bihêz kirina jinan kir.
Di civînê de şanda mêwan destxweşiya hikûmeta Kurdistanê kir jiber pêşwaziyên ku ji hijmareke gelek zêde ji aware û koçberan kiriye. Şanda mêwan herwiha behsa pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê di warên wekheviya cinsî, mafên jinan, derbas kirina qirîzên dijwar, bihevre jiyana olî û etnîkî kir û ew pêşkeftinên han bi girîng wesif kir û tekez li ser dom kirina proje û çalakiyên saziya han li Kurdistan û Îraqê kir.
Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî behsa hemahengiya navbera dezgehên hikûmeta Kurdistanê û saziyên han kir û ev yek bi girîng wesif kir û hêviya vê yekê xwest ku saziyên han di pêşerojê de kar li ser bernameya perwerdehî, çapemenî û çandî di warên cuda cuda de bo pêşde birina wekheviya cinsî, mafê jinan û bihevre jiyanê bikin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa çanda bihevre jiyanê di navbera pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de kir û piştgîriya hikûmet û perlementoyê jî bo vê yekê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin