Mesrûr Barzanî û General Patrick Roberson civiyan

behsa çawetiya yekrêzî û bihêziya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Barzanî û Roberson behsa çawetiya yekrêzî û bihêz kirina hêzên Kurdî li Rojavayê kir.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî ya tîma hevbar a operasiyonên taybet li Îraq û Sûriyeyê General Patrick Roberson kir.

Di civînê de behsa pêşhat û bûyerên siyasî û leşkerî li deverê de û herwiha qonaxên şerê dijî terorîstan hatin nirxandin û di vê derbarê de Patrick Roberson  behsa qonaxên dawî yên şerê li Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanê heyî yên bo der kirina terorîstan kir.

Her di vê derbarê de her du alî hewldanên dîplomatîk yên vê dawî yên Amerîkayê ên taybet bi şerê Sûriyeyê bi girîng wesif kirin.

Di beşeke din ya civîna han de her du alî nêrînên xwe yên derbarê mekanîzma çawetiya yekrêzî û bihêz kirina hêzên Kurdî li Rojava lihev veguhastin.

Di dawiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Roberson dilgiraniya xwe ya li hember êrîşên Îranê yên bo ser koyeyê diyar kir û eşkere kirin ku kiriyarên bi vê rengî xizmeta aramiya deverê nakin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.