Guterres: Divê Îdlib nebe deryayeke xwînê

dibêje pêşî ji şerê mezin bigirin
کوردستان TV
100%

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Rûsya, Îran, Tirkiyê û hemî aliyên ku di kêşeya Sûriyê de cîh digirin dike ku sîvîlên li Îdlibê biparêzin û rê li ber deryayeke xwînê bigirin.

Guterres got ku şerekî berfireh li Îdlibê wê bibe sedema malwêranîyên mezin yên mirovahî ku heta niha li Sûrîyê nehatiye dîtin. Ez fem dikim ku rewşa heyî li Îdlibê nikare wiha bidome û nabe ku çav li hebûna terorîstan ya li wê herêmê were girtin.

Guterres diyar kir ku divê Rûsya, Îran, Tirkiyê jibo parastina sîvîlan hemî hewildanan pêk bînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di nav bîragiştî de tirs heye ku hikûmeta Sûrî, bi piştgirîya Rûsya û Îranê hazirîya operasyoneke mezin li ser Îdlibê bike.

Dema hêzên Sûrî êrîşên bejeyî didomînin, firokên Rûsî êrîşên esmanî dibin ser Îdlibê.

Tirkîye dijberîya operasyona Îdlibê dike jiber ku bi tirs e ku bi sed hezaran kes birevin nav axa Tirkiyê.

Ova

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.