Dibêje emê bi tunî bersif bidin.
Îro Koşka Spî ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û têde gef li Îranê xwar û eşkere kir ku eger Îran girûp û komên terorîstî yên ser bi Îranê, yên li Îraqê kontrol neke vê Amerîka bersifeke dijwar bide wan.
Di daxuyaniya Koşka Spî de behsa êrîşên vî dawî yên li ser balyozxaneyên Amerîkayê li Bexda û Besreyê hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku Îran dikarî wan komên terorîstî kontrol bike û rê nede ku wan êrîşan pêk bîne, lê eger Îran li ser vê helwesta han berdewam be û êrîşên han bidomin vê demê Amerîka neçare bo parastina canê welatiyên xwe bersifeke dijwar bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin