Di çarçoveya çalakiyên Kurdistaniyan yên bo protesto kirina êrîşên rejîma Îranê yên bo ser Koye û herwiha darve kirina girtiyên siyasî yên Kurd de, îro li seraserê Rojhilatê Kurdistanê gireveke girseyî hat kirin.
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Kurdistanî bo protesto kirina êrîş û siyasetên rejîma Îranê, dikanên xwe daxistin û kes der neket kolanan.
Her çend rejîma Îranê û hêzên ewlekarî yên Îranê gef li kasibkar, dikandar û xelkê Rojhilatê Kurdistanê kiribûn ku nabe girevê bigirin, lêbelê Kurdistanî ti hesabek bo wan gefan nekir û bi yek dengî girev girtin û peyameke bihêz ya yekgirtî dan rejîma Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin