Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pirsa Îraqê û hilbijartina Kurdistanê dinirxînin

behsa hilbijartinên Kurdistanê jî kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya nûnerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DIŞIê  Brett McGurk û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinekê behsa rewşa niha ya Îraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê, civînên parlemantoyê ji bo vê yekê kirin.

Herwiha rola Herêma Kurdistanê û hevparî li piroseya siyasî ya Îraqê û pêkanîna kabîneya nû nirxandin û hêvî xwestin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihê , ku di berjewendiya hemû pêkhatên Îraqê de be û serdemeka nû  li vî welatî destpê bike.

Her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê bihê sazkirin.

McGurk kêfxweşiya xwe ji bo sazkirina hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hêvî xwest bi serkevtî rêve biçe.

Li dawiyê jî behsa dawîn pêşhat û rewşa deverê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.