Di kêşeya avê li Besreyê were çareser kirin

vê di nava 40 rojan de kêşeyên heyî çareser bibin
لە ماوەی 40 رۆژی داهاتوو كێشەی ئاوی خواردنەوەی به‌سره‌ چارەسەر دەكرێت
کوردستان TV
100%

Desthilata xwecîhî ya li Besreyê soz daye şêniyên vê parêzgehê ku di demeke kên de kêşeyên heyî yên li vê parêzgehê çareser bike.

Li gor daxuyaniyeke hikûmeta xwecîhî ya Besreyê, vê di nava 40 rojan de kêşeya ava vexwarinê li vê bajarê bi temamî were çareserkirin û kêşeyên din yên weke nebûna elektirîk û xizmetgozariyiên tendirostî jî di heman demê de werin çareserkirin.

Herwiha parêzgarê Besreyê jî aniye ziman ku ev weke parêzgar tevahiya hewlên xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li vê bajarê bi tevger kirine û berdewam dibin li ser hewldanên xwe yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Besreyê.

Weke tê zanîn di demên derbasbûyî de jiber hin kêşeyan li Besreyê xwe pêşandan hatibû kirin û herî kêm 17 kes hatibûn kuştin û zêdetir ji 40 kesên din jî birîndar bibûn û herwiha xwepêşander jî çend dezgehên fermî yên hikûmetê û navendên aliyên siyasî û balyozxaneya Iranê ya li Besreyê şewtandibûn.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.