Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, berbanga îro rejîma Îranê li girtîgeha Miyandûav, girtiyeke din yê siyasî yê Kurd darve kiriye.
Li gor jêderan girtiyê îdamkirî navê xwe Kemal Ehmednejade ku xelkê gundê Gamêşolî ya Miyandûavê ye.
Dadweriya rejîma Îranê Kemal bi tawana endam bûn di refên yek ji partiyên Kurdî de darve kiriye.
Weke tê zanîn ku roja şemiyê jî rejîma Îranê sê girtiyên din yên Kurd darve kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin