PDK û YNK civiyan

di civînê de sê biryar hatine stendin
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedînê her du mekteb siyasiyên partiya demorkata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî  û Kosret Resûl Elî civiyan.

Di civînê de behsa çend mijarên girîng bi taybetî helwesta part û aliyên siyasî yên Kurdistanê derbarê ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û herwiha hilbijartinên 30 Ilonê yên parlementoya Kurdistanê, hate kirin.

Piştî civînê jî daxuyaniyeke hevpar hate weşandin û têda navroka civînê bo raya giştî hate eşkerekirin.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di civînê de behsa wan babetan hatiye kirine û ev biryar hatine stendin;

Yekem: Jiber berejwendiyên gelê Kurdistanê û jiber hesas bûna rewşa heyî, her du alî tekez li ser yekhelwestî û bihevre kar kirin li Bexdayê kirin û bo vê yekê jî komîteya hevbeş berdewam dibe li ser têkiliyên xwe yên bo amadekariyên hewce.

Du; Her du alî daxwaza lidar xistina civîneke hevbeş bi beşdariya tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin bo yekxistina nav mala Kurd û bo vê yekê jî biryar hatiye dayîn daku komîteyek bo karûbarên pêwîst were damezrandin.

Sê; Jiber rewşa hesas ya Kerkûkê û girîngiya çareser kirina rewşa Kerkûkê, biryar hate dayîn daku ev komîteyên ku pêştir hatibû damezrandin dest bi karên xwe bike.

Mekteb siyasiya PDK- Mekteb siyasiya YNK

10 Îlona 2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.