4 welatiyên Kurd li Xaneqînê hatin ser jê kirin

tê payîn heşda şebî ev tawan kiribe
کوردستان TV
100%

Di vê derbarê de berpirsê şaxê 15an ya PDKê ya li Xaneqînê Şêx Cefer Şêx Mistefa ji Kurdistantvê re ragihand ku şeva derbasbûyî termên 4 welatiyên Kurd ku du ji wan pêşmerge ne hatine dîtin.

Şêx Cefer eşkere kir ku ev her çar welatiyên Kurd ji aliyê komeke çekdar ve  hatine serjêkirin û hîn jî nayê zanîn ka ev koma çekdar ser bi kîj aliyane.

Şêx Cefer bi vê awayî behsa vê bûyerê dike; Beriya çend rojan 6 ciwanên Kurd li Xaneqînê, diçin nava mezreyeyekê û di nava rê de hijmareke çekdarên nenas êrîşî ser wan dikin, du ji wan ciwanan xwe rizgar dikin lêbelê 4 ciwanên din dikevin destê wan çekdaran, piştî çend rojan, şeva derbabsûyî termên wan her çar ciwanan bi serjêkirî hatine dîtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.