Rûsya û Sûriyê êrîşên asmanî bo ser Idlibê didomînin

sûrye û rûsye êrîşên xwe zêdetir kirine
کوردستان TV
100%

Firokên şer ên Rûsî û Sûrî îro Yekşemê êrîşên esmanî li Idlib û Hema berdewam kirin, li gor rûniştvanan û tîmên rizgarkirinê.

Li gor nûçeyeke voayê şêniyên deverê diyar kirine ku firokên helicopter ên artêşa Sûriyê bermîlên bumbekirî avêtin ser gundên al-Hebît û Abdîn li başûrê Idlibê û hin gundên din li herêmê.

Artêşa Sûriyê bikaranîna bermîlên bumbekirî red dike, lê vekolerên Neteweyên Yekgirtî bikaranîna wan begle kirine.

Ev êrîş dibin piştî ku lûtkeya sê qolî ya Rûsya,Tirkiyê, û Îranê di erêkirina li dor agirbestekê de têk çû.

Bawere ku firokên Rûsî di zîncîra êrîşên xwe de bajarokên Latamneh û Kfar Zeyta kiribin armanc, li gor çavdêran û çavkaniyên serhildêran.

Tê zanîn, Dîmeşq bi piştgiriya Rûsya û Îranê xwe ji bo operasyoneke berfereh li parêzgeha Idlibê amade dike, lê ta niha hîn çi êrîş nebirine ser bajarê Idlibê bi xwe.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.