Di çarçoveya êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser deverê sînorî yên Kurdistanê de, îro çend deverên din yên ser bi Amêdiyê ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hatine bordimankirin.
Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistanê yê li Amêdiyê ragihand ku îro balefirên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, li deverê de, êrîşî ser hin navçeyên ser bi Amêdiyê kirine.
Li gor gotinên peymanêrê Kurdistantvê, di bordimana îro de çiyayê Elhoyî bi tundî hatiye bordimankirin.
Jêderên ji herêmê diyar dikin ku jiber dijwariya bordimanê kes nikare nêzî deverê bibe jiber vê çendê heta niha ti zaniyariyek derbarê zirarên bordimanê de nehatiye bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin