Hate ragihandin, artêşa Îranê îro dîsa dest bi topbaran kirina devera Bradostê ya Başûrê Kurdistanê kiriye.
Topbarana îro ya artêşa Îranê saet 12:30 destpê kiriye û çend saat dom kiriye.
Gundiyên herêmê yên cotkarî û sewalkariyê dikin ji bo xwe ji topbaranê biparêzin malên xwe terikandine û xwe li Sîdekan û gundên derdorê girtine. Tê gotin ku bomberdûman niha jî dewam dike.
Rejîma Îranê 4 roj in bombeyan li herêmên Bradost û Balekayetiyê dibarîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin