Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê kutleya Meşrûî Erebî Xemîs Xencer û şandeke pê re kir.
Di civînê de pêşhatên siyasî yên dawî û guhertinên hevsengiyên taybet bi damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê hatin nîqaşkirin û tekez li ser zêdetir kirina hewldanên heyî yên bo damezrandina hikûmetê bi mebesta çareserkirina kêşeyên welatiyan û dabînkirina xizmetguzariyên wan hate kirin.
Her di vê civînê de behsa bûyerên ku li bajarê Besreyê jî diqewmin hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bilez daxwazên xelkê Besreyê werin cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin