Encamnameya civîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkere bû

civîn dohê hatibû lidarxistin
کوردستان TV
100%

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamnameya civîna ku duh ji aliye MSD`ê ve li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê aşkere kir.

Di encamnameyê de ev tişt hate gotin:   Rêveberiyeke hevbeş û xizmetguzarî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji biryarên kongreya 3`mîn a MSD`ê bû.

MSD`ê di 3`mîn kongreya xwe de ku di 16`ê Tîrmehê de li bajarê Tebqayê hate lidarxistin biryar da ku rêveberiyeke hevbeş di navbera herêmên rizgarkirî û rêveberiyên xweser a Demokrtîk ên herêmên Bakurê Sûriyê de were avakirin.

Li ser vî esasî Komîteya Amadekar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6/9/2018`an de civîna xwe bi tevlîbûna 70 endamên rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda MSD`ê ya li navçeya Eyn Îsa lidar xist.

Hevserokên meclisên herêmî yên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîr û Efrînê, nûnerên QSD`ê, saziyên civaka sivîl û hêzên niştimanî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 70`î  endamî pêk tê hate avakirin. Dabeşkirina wan wiha ye:

- 49 Endamên Meclisa Zagonsaz ên herêmên rêveberiya xweser û meclisên sivîl, 21 kesên pispor di xebatên xwe de ji aliyê komîteya amadekar ve û piştî nîqaşan hatin erêkirin.

Her wiha Sîham Qeryo û Ferîd Etî weke Hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin. Dîwana giştî ya meclisê ji 5 endam û Hevseroka Desteya Rêveber Bêrîvan Mihemed û Ebd Hamid El-Mehbaş hatin hilbijartin.

Di heman demê de, hevpeymana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Meclisa Giştî ve hate erêkirin.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.