Serokwezîrê Sûriyê Îmad Hamîs di derbarê Idlibê de got ku di demeke nêzîk de Idlib jî wê têkeve bin desthilatiya Sûriyê de.
Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Serokwezîrê Sûriyê Îmad Hamîs di derbarê Idlib û pêşeroja Sûriyê de axivî û daxuyaniyên girîng dan. Hamîs wiha berdewam kir: “Idlib jî wê di demeke kin de bibe axa miletê Sûriyê. Di şêrr de Sûriye bi ser ket û ji vir pê de Sûriyê wê di şerên dî de jî bi ser bikeve.”
Di vê navberê de hêzên hewayî yên Rûsyayê ji duh ve kozik û çeperên muxalifên li Idlibê bombebaran dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin