Li Tirkiyê hejmareke mezin jin û keçên Sûrî di bin xizanî û bêmalî de dijîn. Pirsgirêkên wan yên herî girîng nebûna derfetên ditîna xanîyan, nezanîna zimanê Tirkî û bêkarî ne.
Li gor nûçeyeke voayê Neteweyên Yekbûyî ya (NY) bi hevkariya Komela Piştgiriya Koçber û Penaberan re raporek amade kiriye ku hewcehîyên jin û keçên penaber û pirsgirêkên jîyana wan bizane.
NY xebata xwe li 7 deverên cuda yên bajarên Hatay, Adana, Entab, Ruha, Stenbol, Konya û Îzmîrê, kiriye û bi tevahî bi 291 jin û keçên Sûrî re hevdîtin pêk anîye.
Li gor lêkolînê, % 36 jinên Sûrî dibêjin ku xanîyên lê dijîn yan ne baş e, yan ji gelek ne baş e. Ji % 62 dibêjin mirov dikare li van xanîyan bijîn. Tenê % 2,2 dibêjin xanîyên me gelekî başin.
Tevî pirsgirêkên xanîyan, ji van jinan % 87 dîyar dikin ku ew ji malên xwe û % 73 jî ji taxên xwe kêfxweş in.
Ji van jin û keçan, % 70 Tirkî nizanin û tenê sedî % 15 jin û keç dikarin kar bikin û diravan qezenç bikin Her ku temenê van jinan mezin dibin, çûyîna wan ya dibistanê ji kêm dibe.
Di vê raporê de jibo çareserkirina van pirsgirêkan in pêşniyar ji hene: Divê jibo jinên Sûrîpiştgiriya kursên zimanê Tirkî werin dayîn, rêbazên nû jibo mayîna wan ya li xaniyan werin çêkirin.Herwiha, projeyên xanî yên civakî di nav pêşniyaran de tê dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin