Di çarçoveya bordiman kirina deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, îro careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê hin deverên ser bi Xwakûrk, Sîdekan, Mixare, Gormêkok û Kewert bordiman kirin.
Her çend li dor zirar û ziyanên vê bordimana han de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin, lêbelê tê gotin ku jiber bordimana han agir bi daristan û jîngeha wan deveran ketiye.
Ev demeke dirêje ku Tirkiye her roj wan deveran bordiman dike û ew yek jî bûye sedema vê yekê ku xelkê sivîl ji wan deveran derkevtin.
Herwiha ev du roja artêşa Îranê jî dest bi topbaran kirina deverên sînorî yên Kurdistanê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin