Terorîstên DIŞIê li derdorê Mexmûrê lêv û tevgerên xwe zêde kirin

şêniyên wan deveran jî ditirsin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ewlekarî, ev demêke ku terorîstên DIŞIê li quntarên çiyayê Qereçoxê ya li Mexmûr û derdorê, lêv û tevgerên xwe zêdetir kirine.

Jêderên ewlekarî diyar kirin ku şêniyên wan deveran ji wan re gotine ku ev bi çavên xwe dibînin ku ev demêke lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverê de zêde bûne û ew ji vê yekê ditirsin ku terorîstên DIŞIê êrîşî ser wan bikin û zirarê bidin wan.

Hêjayê gotinê ye ku beriya demekê hêzên pêşmerge li gel hêzên hevpeymanan li çiyayê Qereçoxê li dijî DIŞIê operasiyonek lidar xistibûn û hijmareke zêde terorîst kuştibûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.