Îro careke din artêşa Îraqê bi top û obîsan hin deverên Kurdistanê bi tundî topbaran kir.
Di vê derbarê de jêderên ji herêmên topbaran kirî diyar kirin ku îro înê, topxaneyên ser bi artêşa Îraqê hin deverên ser bi Sîdekan, Çoman û deverên nêzî bajarê Pîranşarê bi tundî bordiman kiriye.
Jêderên herêmî diyar kirin ku ev topbarana han yaku hîn jî didome ti zirareke canî bi xwe re neaniye lêbelê bûye serdema tirs û fikaran li cem şêniyên wan deverên ku hatine topbarankirin.
Herwiha hate gotin ku di encama topbarana han de ku gelek nêzî jiyana xelkê medeniye, rûbereke mezin ji jîngeh û daristanên wan deveran hatine şewtandin.
Hêjayê gotinê ye ku dohê artêşa Îranê dîsa dest bi topbaran kirinê kiribû û heta niha jî ev topbaran dom dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin